Bûyerpress
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Selahedîn Demîrtaş der barê teqîna Stenbolê, bi rêya parêzerê xwe daxuyaniyek belav kir, tê de ew teqîn bi tûndî şermezar kir.
Di daxuyaniya Hevserokê HDP Selahedîn Demîrtaş de wiha hatibû gotin:”Her çi qas şert û mercên me zehmet bin jî, divê em dev ji parastina aştiyê bernedin. Divê em hêviyên xwe wenda nekin, divê em welatê xwe bigehînin aramiyê.”
Herwiha Demîrtaş ew teqîna ku, berî du rojan li bajarê Stnbolê qewimîbû û di encam de 44 kesan canê xwe ji dest dan bi komkujî bi nav kir.