Bûyerpress
Fermandarekî payebilind ê Artêşa Iraqî ragihand ku 25 hezar çekdarên DA’İŞê di Helmeta Rizgarkirina Mûsilê de hatine kuştin.
Fermandarê Helmeta Leşkerî Ji Bo Rizgarkirina Nînewa Ebdulemîr Yarela tekez kir ku hêzên Iraqî di şerê rizgarkirina Mûsilê de 25 hezar çekdarên DA’İŞê kuştine û ji wan kuştiyan 450 çekdarên xwekuj bûn.
Yarela her wiha diyar kir ku helmeta Rizgarkirina Mûsilê 9 mehan dom kir û tê de 100 leşkerên Iraqî beşdar bûn.