Bûyerpress
Serokê herêma Kurdistanê Mes’ûd Berzanî li gel şandeyekê ji Encumena Bilind a Referandomê, duh Duşemê berê xwe dan Ewropayê û biryar pê heye ku bi endamên Perlemana Ewropî re bicivin.
Di daxuyaniyeke Serokatiya Herêma Kurdistanê hat ragihand ku ev seredana Berzanî û Encumena Referandomê, bi mebesta girêdana têkiliyan ji bo palpiştiya referandoma serxwebûna Kurdistanê ye.
Her wiha daxuyaniyê diyar kir ku dê civîn li gel endamên Komîteya Têkiliyên Derve ya Perlemana Ewropî û rayedarên Belcîkayê re werin lidarxistin.