Bûyerpress
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ragihand ku wê agahiyên tekez der barê kuştina Serwerê DA’İŞê Ebû Bekir Elbexdadî wergirtine.
Rêvebirê Rewangehê Ramî Ebdurehman da xuyakirin ku fermandarên DA’İŞê yên herî mezin li Dêra Zorê ji rewangehê re tekez kirine ku Ebû Bekir Elbexdadî hatiye kuştin.
Ebdurehman her wiha da zanîn ku wan îro ev yek bihîstiye, lê kengê û çawa Ebû Bekir hatiye kuştin ew nizanin.
Ji aliyê xwe ve jî Wezareta Derve ya Emerîkî ragihand ku wan tu agahiyên tekez der barê kuştina negirtiye.
Berî aniha jî hin raporên Eyranî û Rûsî ragihandibû ku ji 100% Ebû Bekir Elbexdadî hatiye kuştin.