Bûyerpress
Serokwezîrê Iraqî Heyder Elebadî, duh Duşemê serkeftina hêzên xwe û rizgarkirina temamî Mûsilê li ser destên hêzên Iraqî ji nava Mûsilê ragihand.
Elebadî ku ji Bexdayê hat nava bajarê Mûsilê, di gotareke xwe de li gel televizyona Iraqî kontrolkirina temamî Mûsilê ragihand, û sipasiya hemî welatên palpişt kir ku bûne alîkar ji bo tunekirina rêxistina DA’İŞê.