Bûyerpress
Li her du milên başûr û rojhilatê bajarê Reqayê di navbera Hêzên HSD û çekdarên DAIŞ`ê de şer berdewam e.
Li gorî dezgehên ragihandinê yên xwecihî Li taxa Hîşam Ebdulmelek ku dikeve başûrê Reqayê, û li Reqaya kevn ku dikeve rojhilatê Reqayê ji duh bi şev heyanî aniha di navbera hêzên HSD`ê û DAIŞ`ê de şer li dar e û ji encamê 18 çekdarên DA’İŞê hatine kuştin.