Bûyerpress_Dengê Emerîka
Artêşa Turkyê careke din bi dijwarî navçeyên Herêma Şehbayê topbaran kir, ji encama topbaranê 2 zarokan li gundê Erfad jiyana xwe ji dest da, û 10 kesên din birîndar bûn.
Li hember êrîşên Turkyayê, Yekîneyên Parastina GelYPG’ê û Artêşa Şoreşgeran bersiv dan û jêderên topbaranê, armanc kirin.
Birûsk Hesekê ku Fermandarekî YPG’ê ye got ku “Artêşa Turk bi zanabûn kesên sîvîl armanc digire ji ber ku di êrîşan de tu çeperên YPG’ê û Artêşa Şoreşgeran nehatin armanc kirin. “