Bûyerpress
Desteya Perwerde Û Fêrkrinê li Kantona Cizîrê, daxuyaniyek wekî hişyarî belav kir û tê de girtina hemî peymangehên perwerdeya taybet ragihand.
Di daxuyaniyê de hat ragihand ku dê peymangehên perwerdeyê ji hêla Desteya Perwerdeyê ve werin vekirin.
Naveroka daxuyaniyê wiha hat:
“Ji Bo Hemû Xwendekarên Bekelorya Yên K.Cezîrê Ji Bo Hemû Mamosteyên Amadehî Li K.Cezîrê
-Li ser biryara Desteya Perwerde Û Fêrkirinê Ya K.Cezîrê ku rêveberiya hemû dibistanên kantona Cezîrê dike heta qonaxa amadehî di salal 2017-2018”an de.
-Û ji ber ku rola dibistanan nemabû, û peymangehên perwerdeyên taybet bibû bingehek di pergala perwerde û fêrkirinê de, ev ji zererek mezin gihand rola dibistana, û barek pir giran da ser milê malbatên xwendekaran.
-Û jiber ku bingeha resen ya perwrdeya Rêveberya Xweserya Demuqratîk ewe ku zanist bê pere were dayîn. Desteya Perwerde Û Fêrkirinê Radighîne:
1-Girtina hemû peymangehên perwerdeyên taybet û qedexekirina perwerdeyên bi pera.
2-Desteya Perwerde Û Fêrkirinê wê navendên perwerdeyên taybet û bê pere veke di sala 2017-2018”an de li hemû bajaran ji bo xwendekarên bekelorya.
3-Desteya Perwerde Û Fêrkrinê ku pereyên hemû mamosteyan bide.
4-Desteya Perwerde Û Fêrkirinê bang li hemû xwendekarên refên bekelorya ku navê xwe tomar bikin li van navendan û tevlû van perwerdeyan bibin û barê malbatê xwe sivik bikin ji aliyê aborî ve.
5-Desteya Perwerde Û Fêrkirinê bang li hemû mamosteyên amadehî dike ku tevlî van navendan bibin ta ku biranşên xwe têde bidin.
6-Biranşên ku di navendan de bên dayîn evin: Bîrkarî-ZanyarÎ-Fîzîk-Kîmya-Zimanê Erebî-Zimanê Ingilîzî- Zimanê Ferensî- Felsefe.
Qamişlo10/7/2017
Hevserokatya Desteya Perwerde Û Fêrkirinê Semîra Hec Elî Mihemed Salih Ebdo”