Berdevkê (Eniya Kurdan) Ehmed Hiso ji Toreya Welatî re ragihand ku rêxistina DAIŞê 15 kesên kurd li bajarokê Birc nêzîkî Raʼî li navçeya bajarê Bab duh 19/7/2014an revandin bi mebesta koçkirina kurdan ji gundewarê Helebê.
Hiso berdewam kir: ʺBerî heftiyekê DAIŞ 5 welatî li bajarê Cerablisê ji bajarokê Nêrebiyê biarve kirin bi tawana tevlîbûna hêzên artêşa azadʺ.
Malpera Welatî gotibû ku DAIŞê welatiyê kurd Mihemed Teyar Necê li Minbicê bidarve kiribû, Mihemed ji berî sê mehan li ba DAIŞê girtîbû bi tawana tevlîbûna artêşa azad û bi heman tawanê birayekî wî li ser destê DAIŞê hatibû darvekirin.
Hêjayî gotinê ye ku di rojên borî de kiryarên rêxistina DAIŞê çi kuştin çi revandin û koçkirin be bi şêweyekî balkêş zêde dibin.