Luqman Silêman
Bêgoman dema ku welatek kurdî hebe wê yasaya leşkerkrina bi zorê ciyê eşq û şahiya her kurdekî bê ji ber ku tevahiya welatê rojhilat vê yasaya leşerkirina bi zorê bi kar tînin lê ew welat in û xwedî sînor in, rewşa ku em tê de ne û ya wan pir ji hev dûr e û qet nayê ber hev..
Lê gelo ew şert û mercên vê yasaya leşkerkirina bi zorê li ser erdê peyda dibin li her sê kantonên me?
Ji ber ku kanton ta niha parçekin ji welatê Sûrî ne û karmendên her sê kantonan hîn perê xwe yê mehane ji rêjîmê werdigrin û sînorê kantonê nehatiye naskirin û perê kantonê eynê perê rêjîmê ne û ala rêjîmê li deverê kantonê berba dibe û leşkerekî Sûrî heye û Sûrî ti erênî bi kantona nekiriye gelo ma wê çawe be û ev yasa li cem rêjêmê jî heye ka wê ev xelik li cem kantonê leşkeriyê bikin yan li cem rêjîmê? û heger ku li cem kantonê leşkerî kirin wê kanton wa bi parêzê dema ku rêjîm bi xwaze wan bibe leşkeriya xwe? ji ber ku diyar e ku nema di demên berçav de rêjîm diçe û projeya rûxandina rêjîmê bi salan şûn ket nexasim piştî derketina DAIŞ bi vê hêzê çi li Iraqê û çi li Sûrî û ne dûre ku sibî hin ji wan welatê ku ev serê sê sala bû pişgêriya hevrikiya Sûrî dikirin li rêjîmê vegerin û peywendiyên xwe pê re xweş bikin û hevrikiya Sûrî piştguh bikin..
Wek me got kanton ta niha ne li cem rêjîmê cih girtiye û nejî kurdan li ser bi hev kiriye, ji xwe ji bilî welatê derdorê û deverê.. Heger ku peyman in di navbera rêjîmê û kantonê de hebin û li hev kiribin li ser van xala û rêjîmê ji wan re gotibe bila xelkê deverê di bin siya kantonê de leşkeriya xwe bikin wek ku li cem min leşkeriya xwe kirîn û rêjîm vê yekê erê bikê ev tiştekî dî ye..
Wek tê diyarkirin û em tev dizanin rêjîma Sûrî di vê dema berçav de nema diçe, nexasim piştî destnîşankirina xîlafeta dewleta mislman bi serokatiya Elbexdadî, Colanî jî karûbara destnîşankirina dewleta xwe dike, eva her du bûyeran hişt ku gelek welat lêvegerekî ji helwesta xwe ya ji rêjîmê re çêkin. Li gor ku hin çavdêr dibêjin wê rêjîma Sûrî bihêlin û Beşarê bimîne serok ta ku heft salên xwe bi qedîne..
Di baweriya min de hin pirs hene gerek werin bersivdan ji hêla kantonê ve?
Gelo ew kesê ku li kantonê leşkeriya xwe li gor vê yasayê di bin siya kantonê de bike wê li cem rêjîmê jî leşkeriyê bikin yan na û ew leşkeriya wî wê bikevê ber leşkeriya rêjîmê yan na?
Li gor hin çavdêran beriya demekî rêjîmê çend Bijîjk ji nexweşxana Qamişlo girtin û ew birin leşkeriyê ji ber ku wan leşkerî nekirbû, dêmek sibî rêjîm dikare çi kesê ku bi xwaze bigire di karê bigire û berê wan bide leşkeriyê tevî ku wî li kantonê jî leşkerî kirbe û nexasim li gor gotina Şêx Himêdî Diham serokê kantonê ew ne dijî rêjîmê ne?
Gelo çi kesê li ser axa kantonê dijî ew dikeve ber vê yasayê yan wê tenê kurd ber bikevin?
Heger ku em xwe nexapênin yek partî kantonan bi rê ve dibe ew jî partiya PYDê ye, ewê dî wêne ne, ne dikarin girêbidin û ne jî dikarin vekin heger ku em bêjin Ereb û Xiristiyan jî tê de ne û wan jî piştgêriya yasayê kiriye, ez bawer im ku piştgêriya wan bi xwe fen e.. li gor çavdêran Ereb û Xiristiyanan beriya kurdan ev yasa erê kirin, lê ew jî dizanin ku miletê kurd îro tev ne bi kantonan re ne û wê ev bibe sedema gelek kêşeyan di nav kurdan de, nexasim tevgera siyasî.
Wê her kesê ku temenê wî di navbera 18 ta 36an ji mala xwe rê bigrin herin cem wî dezgihê ku werê nîşankirin ji vê yekê re yan wê asayêş bi ser malê wan de bigrê û berê wan bi dê leşkeriyê yan wê li ser rêya di dema kontirolê de wan bigrin û wan bibin leşkeriyê?
Ez bawer im pêwîst bû ku alavên pêkanîna vê yasayê diyar bibin?
Miletê Sûrî çil salî gazind ji Eniya Netewî ya ku Hafiz Elesed serokê wê bû kirin tevlî ku di mediyan de dihate gotin ku hijmarek ji partiyên siyasî di wê Eniyê de ne wek herdu partiyên komonist û Nasirî û gelekên dî lê herdem biriyar ya Hafiz Elesed bû û ew partiyên dî tenê wêne bûn hêvî dikim ku kanton ne wisa be û rê li ber her kesî veke ?
Di baweriya min de wê gelek kêşe piştî derketina vê yasayê serî hildin ji ber ku berê celda kurdî bûye duparçe û li hev û mehnan e û kêşeya yekem wê deriyê koçberiyê li ber nifşên nû vebe û ev yek wê bibe yek ji sedemên valekirina devera kurdî û wê bibe ciyê dilmanî û nakokiyeke ku îro ti pêwîstiya me pê nîn e.
wek kurdan berê gotiye ez selika xwe bê tû ji filankes xilas nakim vêce ku libê tûyan bikevinê, berê beşek mezin ji miletê kurd ji PYD û kiriyayên wê ne raziye û ev yasa jî bi ser de hat ka wê çawe bi hev bikin?.
Ez bawer im ya herî girin û pêwîst beriya nan û avê yekîtiya kurda ye û heger ku kurd yek bin bidê ku îro ev yasa bi xwe jî ne gerek bê ji ber wê piraniya kurda ji malê xwe berê xwe bidin enî û çeperê şer û berevaniya mal û milkê xwe bikin…
Ez bawer im li bakurê kurdistanê di salên notan de di dema Hogir de PKK xwest yasaya leşkerkirina bi zorê pêk bîne lê bi wan re ne çû serî… gelo ma wê ev yasa jî wek wê bibe ezmûnek û bikeve nav rûpelên dîrokê de yan wê li ser erdê were bi kar anîn?..
Ez bawer im wê di rojên nêzîk de karvedanên wê diyar bibin…
Luqman Silêman
17-7-2014
Dortmond