Di daxuyanekê de ji bo raya giştî derbarê leşkerkirina bi zorê li navçeyên kurdî, Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê ENKS rgihand ku Encûmena Gelê Rojavayê Kurdistanê EGRK bi tena xwe Rêveberiya Xweserî ji aliyekî ve ragihand û vê li ba Kurdan rewşa nearamiyê kûr kir û ev yek bû sedema koçberiya malbatên kurd bi sedhezaran.
ENKS daxuyanê derbarê yasaya leşkerkirinê berdewam dike ku ev yasaya nav lê dibe (yasaya leşkerkirina bi zorê) li tersî sincên gelê me ye ku bi salan xebata xwe di ber doza xwe de bi viyana xwe dikir û berevanî di ber doza xwe de dikir ne li Sûriyê tenê lê li tevaya Kurdistanê.
Daxuya helwesta ENKS diyar dike: ʺEm di Encûmena Niştimanî Kurdî de helwesta xwe ya nepejirandinê ji vê biryarê didin xuyanو ji ber wê koçberiyê bêhtir bike ji navçeyên Kurdî û di encamê de wê navçe vale bibe ji nişteciyên xwe û ev ji aliyê dîmugrafî ve encam û bandoriyê li paşeroja navçeya kurdî û ewlehiya netewî kurdî bi tevayî dikeʺ.
ENKS ya ku dibîne ku ev yasa nakokiyên siyasî yên kurdan bêhtir dike, dibîne ku çare bi vegera rêkeftina Hewlêrê ye ku di demeke kurt de serkirdeya leşkerî ya pispor dest bi kar bike ji bo yekîtiya hêzên leşkerî û rêdana ciwanên kurd ku tevlî hêza hevbeş bibin.
Di dawiya daxuyanê de ENKS bang li rêxistinên navdewletî kiribû ku alîkariya gelê kurd bikin ji bo li ser xaka xwe bimîne ji ber berjewendiya netewî ya gelê kurd ku li ser axa xwe bimîne.