Serokkomarê İraqê û Sekreterê Giştî yê YNK Celal Talebanî, piştî sal û nîvekî ku li Almanyayê dihat dermankirin, vegeriya Herêma Kurdistanê.
Li gor agahiyan serok Talebanî bi firokeyeke taybet ji bajarê Berlînê yê Almanyayê gihîşt bajarê Silêmaniyê û tenê ji aliyê endamên malbata xwe ve hat pêşwazîkirin.
Derbarê vegera Mam Celal berpirs û serkirdeyên Kurdistanê geşbîn û hêvîdar bûn:
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derba di peyamekê de got: ʺNûçeya vegera birayê min ên rêzdar cenabê mam Celal bo Kurdistanê ez gelekî kêfxweş kirim û hêvîdar im bi şîfayeke tam bê. ʺ Herwiha serok Barzanî berdewam dike: ʺBêguman vegera cenabê Mam Celal dibe sedema bihêzbûna yekrêzî û biratiya zêdetir a navbera hêzên Kurdistanî bi taybetî ku gelê me di qonaxeke hestyar û yekalîker re derbas dibeʺ.
Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman li ser rûpela xwe ya fermî li ser Facebookê got: ʺEz bi germî pêşwazî li vegera dost ezîz Serok Mam Celal dikin, hêvîdarim her baş be me gelekî bêriya wî kiriyeʺ.
Mehmûd Osman da xuya kirin ku serok Mam Celal yekrêziyê li Herêmê xurt bike û li gorî berjewendiyên hemû pêkhateyên û destura Iraqê têker be di çareserkirina pirsgirêkên Iraqê û pirsgirêkên di navbera Herêmê û Iraqê de lidarin.
Ebdilselam Elmalikî endamê perlemantoya Iraqê ji hêla (Dewlet Elqanûn) ve got: ʺGiringiya demî ya vegera serok Talbanî ku di demeke Iraq di du aliyên balkêş re derbas dibe, ya yekê êrîşa hovane li dijî Iraqê ya duyem bidawîkirina deskefta hilbijartinên her du serokatiyên komarê û wezaretêʺ.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatina Mam Celal li gelê Kurdistanê pîroz kir û got: ʺRola cenabê Mam Celal di jiyana siyasî ya Kurdistan û İraqê de rolekî dîrokî bû û roja vegera wî jî bo welat rojeke dîrokî ye bo gelê Kurdistanêʺ.