Bûyerpress
Wezîrê Derve yê Rûsî Sêrgî Lavrov ragihand ku Emerîka û Rûsya gihane rêkeftineke agirbestê ji bo başûrê Sûryayê.
Her wiha Lavrov got ku pisporên Rûsî, Emerîkî û Urdinî li ser rêkeftinekê erê kiriye, ku li deverên Der’a, Qneytera û Siwêda devereke biewleh were avakirin, û li gorî ku Laverov gotî, rawestana şer li deverên navborî dê ji Yekşema sibe ve cî bi cî bibe.