Bûyerpress
Di hevpeyvîneke rojnamevanî de, Serokê Tîma Berşelona Ispanî Cosîb Mariya ragihand ku Lyonêl Mêsî, xudanê buhatirîn mûçe ye di cîhanê de, anku lîstikvanê herî zêde pereyan distîne.
Her wiha Mariya got ku Mêsî baştirîn lîstikvanê cîhanê ye û çawa ku Mêsî stêra dîroka fotbolê ye, em jî welê mûçeyan didinê.
Hêjayê gotinê ye ku berî çendekê, Tîma Barşa ragihand ku Mêsî ta sala 2021’ê dê bi wan re bimîne.