Bûyerprees_Hawar
Tîmên Endizyar ên girêdayî Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) a bajarê Tebqayê, heta niha 500 mayînên ku rêxistina DAIŞ`ê li deverê çandibû, bêbandor û pûç kirin.
Rêvebira Hêza Ewlehiya Hundirîn a bajarê Tebqayê Kefa Sincar, tekez kir ku piştî rizgarkirina bajar, wan xebatên baqijkirina herêmê ji şûnmayên DAIŞ`ê dane destpêkirin û heta niha jî xebata wan didome.
Kefa got ku mayînên hatin pûçkirin, bi alîkariya welatiyên bajar bûn.