Bûyerpress
Di çarçoveya Helmeta Rizgarkirina Bajarê Reqayê de, Hêzên Sûryaya Demoqratîk duh Înê li başûrê rojhilatê bajarê Reqayê, gundê Kesret Mihemed Axa kotrol kir.
Li gorî rûpela fermî ya Helmeta Hêrsa Feratê, hêzên HSD’ê li başûrê rojhilatê Reqayê her du gundên Kesret Mihemed Axa û Ecac kontrol kir.
Li gorî heman rûpelê, ji encama şer û pevçûnên kontrolkirina her du gundan, 24 çekdarên DA’İŞê hatin kuştin û otombîleke bumbekirî jî hatiye rûxandin.