Bûyerpress
Desteya Pêjiyaniyê li Şaredariya Gel a Bajrê Amûdê, duh Çarşemê, bi qasî 130 hezar L.S ceza li aşekî bûzê birî, ji ber ku giraniya qalibên wan kêmî giraniya ku hatibû destnîşankirin, bû.
Mihemed Welî ku Endamê Desteya Pêjiyaniyê ye, ji Bûyerpress got ku” Ev kargeh her qalibekî xwe bi giraniya 6,250 K.G derdixe, û me jî ji bo her qalibekî 16 K destnîşan kiribû, ji vê yekê ceza lê hat birîn”
Her wiha Welî tekezî li ser wê yekê kir ku divê hemî aş û kargeh pabendî biryaran bibin, an jî dê werin cezakirin.
Peyamnihêrên Bûyer
Amadekirin: Odeya Bûyer a Nûçeyan