Yekî gundî ji boyî ku êzingan bîne diçe daristanê.
Di vegerê de nêzîkî gund, kerê wî ji cihekî bilind dikeve û lingê wî dişikê.
Hema yê gundî bi çeka xwe guleyan diavêje û ji gund hawarê dixwaze.
Gundî hemû tên hawara wî û jê pirs dikin:
-Çi bûye?
Wiha vegerand:
– Kerê min ji wê dera bilind halo ket û lingê wê halo şikest.
Gundiyan gotê:
— Ji ber vê çendê te banî me kir?
Got:
— Erê, ne wilo bûya hewe dê yek-yek ji min pirs bikira ka bûyer çawa çêbûye. Diviya min jî yek-yek bersiva hewe dabûya. Ev e hewe tevan bersiva xwe bi hev re stand.
Ev pêkenok di rojnameya Bûyerpress, hejmara 64′an de hatiye weşandin 1.7.2017