Çand dîroka mirovahiyê ye, ya ku bi hezarên salan ketiye ser hev û ji nifşekî bo nifşê din hatiye guhestin her wekî tore, sinc, huner û …hwd.
Çand derbirîna resen e ya ku taybetmendiyên dîrokî yên her neteweyekî dide nîşan; dewletên cîhanê çi qasî di warên aborî, bazirganî û siyasî de nêzî hev bin jî, lê taybetmendiyên çandî yên her welatî dê westar (sabit) bimîne û roleke sereke di têkilî û berjewendiyên di navbera wan de bilîze .
Ji ber wilo em dibêjin çand reftar û ramana ku hişmendieyke bi zanistî, wêje û hunerê têrbûyî wê bi rê ve dibe; hilgirê vê hişmendiyê divê rewşenbîrekî xwedî şiyan, feraset û raman be, berhemker û veguherînerê ramanan ji rewşa teoriyê bo proje û dezgehan, civakê bixe heybereke ku karibe xwe bilivîne, çak û bi rêxistin bike.
Tevî ku tê gotin, hemû kes hizirmend in an jî xwedî raman in, lê peywira rewşenbîrtiyê yan jî hizirmendiyê ne her kes dikare pê rabe. Loma divê em zanibin ku rewşenbîrî ne kiraseke ku her kes dikare li xwe bike, yan jî esasê wê bawernamyek e, .
Belê, çi kesê ku bibêje ez rewşenbîr im û dixwaze rûmeta têgîna rewşenbîriyê bi dest bixe, divê civaka xwe hilgire û bipejirîne û dilxwazê aştî, biratiya gelan û giyana mirovahiyê be,û xwe ji qeyd û zincîrên nezanî, hişkbawerî, ezezîtî, timatiyên madî rizgar bike, û dûrî çarçoveya deshilatdariyê bikeve; ev desthiladariya ku tim û tim hewl dide rewşenbîran bike dengvederkek ji xwe re, bi taybetî di vê serdema nûjen bi hebûna medya û tora civakî ya ku gelek pênûs şikandin, û rola rewşenbîrên rasteqîn piştguh kir; di haman demê de gelek kes bi navê rewşenbîrtiyê dane pêş, armanca wan ji vê yekê ew e ku ji bo armancên xwe yên kesane nivîsandinê bixin alav û amûreke ku nêçîrê di nav ava genî de bikin.
Ji ber vê yekê barê rewşenbîran pir giran e, ji aliyekî ve ew hilgirê rastiyê di rûyê hêzên zordest de ne, û ji aliyekî din ve ew bi awayekî rasterast berpirsyar in hem di ber pêşxistina civakê û hem jî di ber derd û xemên gelê vê civakê yên jiyanî, siyasî û olî jî.
Îro, ji kesê rewşenbîr tê xwestin ku deng û helwesta xwe li hemberî stem, pirsgirêk û aloziyên mezin bi mêranîbidin nîşan, mîna sekin û helwesta Pêxember Îbrahîm, Galîlo, Cegerxwîn, Şêrgo Bêkes û Mûsa Enter; ji ber ku axaftin û helewsta wan ne kêmî guleya berxwedêran e dema ku armanc û xebatên wan bilindkirina hişmendiya gel be, da ku ev gel nas bike dê çi li derdora wî biqewime û çawa wê li ber xwe bide.
Loma îro em pir hewcedarî rewşenbîran in ji bo avakirina civakeke nûdem û vekirî, ya ku li ser destên hêzên xirab hatibû parçekirin û di çand û civata me de tûndîtî, taifî, hozî û nijatperestî çandibûn ji bo ku dewlemendî û xêr û bêra vê çandê talan bikin; lê tevî van kiryarên qirêj jî, çanda kurdî karîbû bi saya gelek rewşenbîrên xwedî rûmet û welatparêz, xwe biparêze.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 64′an de hatiye weşandin 1.7.2017