Rojnameya “Waşinton Post” a Emrîkî, diyar kir ku şerê herî dijwar li Sûryayê hîn neqewimiye û dest pê nekiriye.
Rojnameya Emrîkî berdewam kir ku dibe qada şerê herî dijwar di şerê Sûryayê de, bajarê Idlibê be.
Ev yek tê gotin çiko bajarê Idlibê bûye, cîgehê herî dawî ji çekdarên opizisyona Sûrî û çekdarên radîkal ên mîna Elqa’îdê re, û tê pêşbînîkirin ku di mehên bê de dê şerekî dijwar li wê deverê di navbera Rêjîma Sûrî û Mîlîsên girêdayî wê ku bi piştgiriya balefirên Rûsî ne ji hêlekê ve, û çekdarên Islamî yên opizisyonê ji hêleke din ve biqewime, û bê ku em ji bîr bikin ku zêdeyî melyon kesên sivîl hîn li bajarê Idlibê niştecî ne.
Ev serencam tev de mirov dighîne ku wê şerekî dijwar li Idlibê rû bide.
-Ger em bi hûrbînî li tabloya rewşa Sûrî meyze bikin, û bi taybet piştî şeş salan ji destpêka Şoreşê di pêşî de, qeyran di pey re, û şerê nevxweyî mezhebî( Sinî- Şîî) nuha, em ê bighêjin wê baweriyê ku di asoyê de tu çareserîyeke siyasî hîn nehatiye peydakirin, û ev yek di danûstendinên Cinêvê yên li dû hev û bêencam de, tekez dibe.
Şanderê Navdewletî yê taybet bi Sûryê Stîvan Dî Mêstora di 14’ê heyva Hizêranê de dibêje ku dibe gerreke din ji danûstendinên di navbera Şandeya Rêjîmê û Şandeya Rikberiyê li Cinêvê dest pê bike, û destpêka vê gerrê bi asta pêşketina peydakirina deverên aram û bêşer ve, girêdide.
ev yek diyar û tekez dike ku lîstikvanên sereke di pirsgirêka Sûrî de hîn li ser çareserkirina pirsgirêka Sûrî negihane lihevhatinekê, û gelê Sûriyê jî gihane wê baweriyê ku danûstendinên têne kirin tev de şanoyek e, mebest ew e ku kengî ew lîstikvanên sereke( Emerîka – Rûsya) bighên lihevhatinekê dê çareserî jî hesan bibe.
-Di vê çarçûveyê de, tevgera siyasî ya Kurdî li Rojavayî Kurdistanê li kû ye? Gelo ji her guhertineke ku bê kirin re xwe amade kiriye?
Tu pirojeyên wê yên neteweyî Kurdî- niştimanî Sûrî hene, bêyî ku ew pirojeyên ku li ser kaxezan hatine nivîsandin, pirojeyeke ku hevalbend û piştgirê wê hebin?
-Rast e ku li ser asta cîhanê hatiye naskirin ku Kurd di çarçûveya Hevpaymaniya Navdewletî ku Hêzên Sûryaya Demuqratî yê ku Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê beşekî sereke ne tê de, li Sûryê bûne beşekî sereke di şerê cîhanî yê li dij terorê de , lê gelo li ser asta siyasî tu gerentî piştî têkbirina Rêxistian DA’IŞê heye?
Rêveberiya Xweser di warê peydekirina gerentiyê de bi ser neket, tevî ku bi hevpeymanê xwe re dilsoz bû( Reqa û gundewarê wê) wek nimûne, û Encûmena Niştimanî a Kurdî li Sûriyê ne di wê astê de bû û ne di wê astê de ye ku karibe tu gavan der barê ferzkirina xwe li Rojava wekî kiyanekî Kurdî Sûrî serbixwe bavêje, û Hevbendiya Niştimanî a Kurdî hîn û hîn di wê navberê de maye û hewil dide ku zemînekê ji biryareke Kurdî ya serbixwe ji Kurdên Sûryê re peyda bike..
Rizgarkirina paytexta Rêxistina DA’İŞê wekî ku hatiye binavkirin têk diçe, û gavên bi lez di rewşa Sûrî de tên avêtin, pêwîst e ku aliyên siyasî yên Kurdî li Rojavayî Kurdistanê nakokiyên xwe deynin aliyekî, li ser maseyekê li hev bicivin û nexşerêyekê ji çarenivîs û paşeroja xwe û Rojavayî Kurdistanê re deynin, ger ev yek nebe firseteke zêrîn dê ji destên Kurdan biçe.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 64′an de hatiye weşandin 1.7.2017