Bûyerpress
Serokê Komara Turkyê Receb Teyb Erdoxan dibêje ku Hêzên Hevpeymana Navndewletî ku bi serkêşiya Emerîka ye, piştgîriya hêzên Kurdan ji xwe re bijart.
Li gorî ajansa Spotnîk a Rûsî, Erdoxan seredana kampeke penaberan li devera Ruhayê kir û paşê ji rojnameya Izvêstya Rûsî re axivî.
Erdoxan ji rojnameya navborî re ragihand ku ew ê nehêlin dewleteke Kurdî li bakurê Sûryê were avakirin,û eger gefên biçûk jî hebin, ew ê dest bi operasyonên leşkerî li deverê bikin.
Erdoxan destnîşan kir ku wan hevkariyek ji bo rizgarkirina Reqayê ji Emerîka xwest, lê Emerîka hêzên Kurdî ji xwe re bijart.