Bûyerpress
Endamê Perlementoya Sûryayê Ehmed Şlaş, got ku Kurdên parçebûnê dixwazin ew dijminên rêjîma Sûrî ne, her wiha Şlaş got ku ew ê nehêlin tecrubeya Herêma Kurdistanê li Sûryayê dubare bibe.
Di daxuyaniyeke xwe de li gel dezgehên ragihandinê,Şlaş got ku Kurdên parçebûnê dixwazin dijminên dewleta Sûrî ne û got ku tu danpêdaneke fermî bi kiyanekî Kurdî derveyî Komara Erebî ya Sûrî nîne.
Şlaş bal kişand ser wê yekê ku Kurd alavek in di destên Emerîkayê de, û Emerîka bi Kurdan fişarê li Sûrî, Qeter û Turkyê dike, û dê Emerîka û Israyîl di dawiya vê kirîzê de bi peymanekê li gel Rûsyayê dest ji Kurdan berde.