Bûyerpress
Serokê Herêma Kurdistanê Mes‘ûd Berzanî got ku dem hatiye da ku Kurd biryara xwe ya dawî der barê referandomê bistînin.
Di gotareke Berzanî de ku li ser rojnameya Waşinton Post a Emerîkî hatibû weşandin, tê de Berzanî ji Waşinton û Civaka Navneteweyî dixwaze ku rêzê ji îrade û biryara gelê Kurd re bigirin, eger biryara mayîna di İraqê de be, yan jî serxwebûn be.