Bûyerpress
Şanderê Serokê Emerîkî yê di Hevpeymana Navdewletî de Brêt Makrog duh Çarşemê li gel endamên Meclisa Reqayê ya Sivîl civiya.
Di daxuyaniyekê de, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Reqayê ya Sivîl Ebderyan ragihand ku wan hin babetên girîng li gel Şanderê Emerîkî Magrok genegeşe kirine, ji bêyî ku Eryan hûrgiliyên bêtir der barê civînê bide.
Her wiha Eryan got ku civîna wan li gel Makrog û bi vî rengê aşkere peyameke girîng e, ji ber ku li gorî Eryan gotî, beriya aniha du caran Makrog li gel wan civiya ji bêyî ku tu kes pê zanibe.