Bûyerpress
Di çarçoveya Helmeta Rizgarkirina Bajarê Reqayê de, Hêzên Sûryaya Demoqratîk li rojavayê bajarê Reqayê taxa Qadisiyê êxist jêr kontrola xwe û aniha şer û pevçûn li Taxa Elnehda ya li rojavayê bajêr berdewam in.
Li gorî ragihandina Helmeta Hêrsa Feratê, hêzên HSD’ê taxa Elqadisiyê rizgar kir û paşê êrîşî taxa Elnehda kiriye, û ji encama şer û pevçûnan 30 çekdarên DA’İŞê hatine kuştin.