Bûyerpress
Serokê Rêjîma Sûryê Beşar Elesed duh Sêşemê cara yekê seredana Baregeha Himêmîma Leşkerî ya Rûsî kir, ku li parêzgeha Laziqiyê ye.
Di serdeana xwe de ji bo Baregeha Himêmîm, Esed di tomara serdanan de wiha nivîsî” Bi kêf û şanazî ez îro seredana Baregeha Himêmîm a Leşkerî dikim, û ez şervan û pîlotên qehreman ên ji Komara Rûsyaya Yekgirtî hatîn, dibînim”
Wezareta Berevaniya Rûsî jî di daxuyaniyeke xwe de ragihand ku Ceneral Gîrasîmov û Esed li hev civiyane û hevrêziya di navbera hêzên Hikûmeta Sûrî û balafirên Rûsî de ji bo şerê li dij DA’İŞ û Cebhet Elnusra gengeşe kirine.