Bûyerpress
Yekîneyên Parastina Gel li gel Hêzên Taybet ên Emerîkî, karîn her du gundên Kesret Enefan û Elxota ku li başûrê bajarê Reqayê ne, rizgar bikin.
Li gorî jêderên meydanî, hêzên YPG’ê û Hêzên Emerîkî yên Taybet, piştî şer û pevçûnên giran li başûrê Reqayê her du gundên navborî rizgar kirin û paşê helmeteke paqijkirina deverê ji mayînan da destpêkirin.