Bûyerpress
Artêşa Turkyê îro Çarşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan şeva çûyî baregehên Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê topbaran kiriye.
Di daxuyaniya Artêşa Turkyê de hatiye ku, piştî ku YPG’ê hêzên Artêşa Azad ên girêdayî Turkyê li devera Ezazê gulebaran kiriye, Turkyê bersiva wê yekê daye û baregehên YPG’ê yên li Kantona Efrînê topbaran kiriye.
Nehatiye zanîn ku topbaran Artêşa Turkyê çi zerer gihandiye deverê.