Bûyerpress
Duh Sêşemê Wezîrê Berevaniya Emerîkê Cîmis Matîs, pêşbîn kir ku dê Emerîka piştgîriya YPG’ê piştî rizgarkirina Reqayê jî bike.
Li gorî ajansa Royterzê, Matîs gotiye dibe ku têkiliyên Emerîka li gel YPG’ê demeke dirêj dewam bike û dibe ku pêwîstiya Emerîka bi çekdayîna YPG’ê ta bi piştî Reqayê jî hebe.
Matîs der barê sitandina çekan ji YPG’ê got ku, em ê çekên ne likar ji YPG’ê bistînin da em wan çak bikin, û tişta ji wan re pêwîst em ê ji wan re binihêrin.