Bûyerpress-Dengê Emerîka
Berdevkê Hevpeymana li dijî DA’IŞ’ê ya bi pêşengîya Emerîka Ryan Dilon diyar kir ku saxbûn an mirina serokê rêxistina DA’İŞ’ê Ebubekir El-Bexdadî, tu delîl tune ye.
Dilon, di kurteagahiya rojane ya Wezareta Karên Derve ya Emerîka de da zanîn ku ger Bexdadî sax be jî, tu bandora wî ya li ser pevçûnên li Îraq û Sûryê nemaye.
Rûsya ragihandibû ku di êrîşeke wê ya esmanî ya di 28’ê Gulanê de li dar ketiye de, hin fermandarên payabilind ên DAIŞ’ê hatine kuştin.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî gotibû ku ‘’Gumaneke xurt heye ku Bexdadî di wê êrîşa esmanî de hatiye kuştin’’