Bûyerpress
Îro Şemiyê li devera Sinê ya rojhilatê Kurdistanê, di navbera PêşmergeyênKomeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Eyranê û Hêzên Eyranî de şer û pevçûn rû dan û ji encamê 3 pêşmerge şehîd bûn û Pêşmergeyek jî birîndar bû.
Li gorî daxuyaniya Komeleya Şoreşger, dema ku taximekî wê li parêzgeha Sinê bi xebat û çalakiyên rêxistinê yên Komeleyê radibûn, ketin dafeke hêzên Eyranî de, ji vê yekê şer rû da, û 3 Pêşmerge şehîd bûn, Pêşmergeyek jî birîndar ket.