Bûyerpress
Di hevdîtineke xwe de li gel Şanderê Yekîtiya Ewropî, Serokê Herêma Kurdistanê Mes’ûd Berzanî got ku em ê referandoma serxwebûna Kurdistanê Ranewestînin, ne jî li paş bêxin.
Di demeke bihurî de, Yekîtiya Ewropî gotibû ku ew hêvîdar in ku Hewlêr referandoma serxwebûnê li paş bêxe, ji vê yekê Berzanî got ev referandom li paş nekeve û gerek e Ewropa piştîgiriya serxwebûnê bike.
Her wiha Berzanî got ku piştî referandomê dê qonaxeke nû dest pê bibe û ew ê hemî rêyên aştiyane ji bo çareserkirina pirsgirêkan bişopînin.