Bûyerpress
Piştî ku Balyozê Emerîkî yê Berê Robert Ford gotibû ku Kurdên Sûrî dê bi hevaltiya li gel Emerîka poşman bibin, di yekem bersiveke fermî de duh înê Berdevka Wezareta Derve ya Emerîkî Hîzer Norît got ku baştirîn hêz HSD’ê ye û dê têkiliya me demeke dûr û dirêj pê re bimîne.
Norît got ku hêzên herî baş di şerên li dij terorê deö hêzên HSD’ê ne, her wiha dewam kir ku wan hêzan rûberên berfireh bi dest xwe ve anîne û erkên xwe bi cih anîne.