Bûyerpress
Di çarçoveya şer û pevçûnên ku li bajarê Reqayê di navbera hêzên HSD’ê û rêxistina DA’Işê de li dar in, êdî DA’İŞ zarokên biçûk dîl digire da ku malbatên wan neçar bike ku li Reqayê bimînin.
Li gorî malpera Fermî ya Helmeta Hêrsa Feratê, DA’İŞ di dema dawî de zarokan digire da ku fişarekê li malbatên wan bike ku der nekevin û di heman demê de wan zarokan wekî mertalên zindî di şerê xwe de bi kar tîne.
Ev heye du hefte ku helmeta rizgarkirina bajarê Reqayê dest pê bûye, û hêzên HSD’ê gelek taxên dorhêla bajêr bi dest xwe ve aniye.