Bûyerpress
Di yekem bersiveke fermî de li hember daxuyaniyên Balyozê Emerîkî yê Berê li Sûryayê Robert Ford, Serkirdeyê TEV-DEMê Aldar Xelîl got ku Şoreşa Rojava dema dest pê kir pala xwe nedabû hêzên Emerîkî û Hevpeymana Emerîkî, piştgîriya hevpeymanê piştî wê yekê hat dema ku Şoreşa Rojava rastî û xurtiya xwe ji tevan re diyar kir.
Di daxuyaniyeke xwe de li gel Bûyer re, Xelîl got ku ew proje û bernameyên xwe bi hebûna Emerîkayê ve nadin girêdan, û got ku bila Ford baş bizane ku Kurd ne wekî berê ji strateciya kar nezan in.