Bûyerpress_Aniha
Artêşa Turkyê şeva çûyî 50 donim zeviyên genim û ceh ên cotkarên gundên Eyn Dîwarê ku bi ser bajarê Dêrikê ve ye, şewitandin.
Cotkarên Eyn Dîwarê beriya niha hay ji vê metirsiyê hebûn, ji ber her timî hêzên sînorî yên Turkyê di karû xebatên wan de astengî der dixstin.
Hêjayî gotinê ye, ku artêşa Turkyê nahêle cotkarên deverê zeviyên xwe yên li nêz sînor biçinin.