Bûyerpress_Qamişlo
Desteya Hundirîn li Kantona Cizîrê îro Sêşemê helmeteke hişarkirina metirsiya rêzderiya qanûnên çûn û hatinê û asta xurtiya siware û otombîlan, da destpêkirin.
Ev helmet ji bajarê Qamişlo dest pê bû, tê de belavokên hişyariyê li siware û otombîlan hatin belavkirin.
Di wan belavokan de jî, tekezî li ser ajotina nexurt û girêdan kemera ewlehî dihat kirin.
Helmeta ku hatî destpêkirin, Hevserokê Desteya Hundirîn Ken’an Berekat û Cîgira wî Robarya Hisên lê amade bûn.
Der barê helmetê jî, Berekat ji Bûyer re got ku dê ev helmet li seranserî bajar û bajarokên Kantona Cizîrê pêk were û dê ji 200 ta 300 hezar belavokê werin belavkirin.