Bûyerpress
Wezareta Berevaniya Emerîkî Pêntagon, der barê êxistina firokeya Sûrî li Reqayê, li ser zarê ceneral Cozîv Danford got ku em ê ji bo parastina hevpeymanên xwe tu caran dudilî nebin.
Tê zanîn ku ji beriya çend rojan li devera Şiwêhan a gundewarê Reqayê, şer û pevçûn di navbera hêzên HSD’ê û hêzên rêjîma Sûrî de rû dan.
Hevdemî wê hevpeymana navnetweyî firokeyeke rêjîmê anî xwarê, li ser vê mijarê jî ceneralê Emerîkî got ku em ê hêlên têkiliyan bi Rûsyayê re girê bidin da ku bûyerên wiha hew rû bidin.