– Berî her kesî “Kurdistan TV“ ji min xwest ku ez bi wan re kar bikim
– Dayîka min jî gelekî henekçî bû û li seranserî taxê bi henekan dihat naskirin .
– Di warê werzîşê de, li ser asta parêzgehê ez golarê yekemîn bûm.. Ez bûm lîstikvanê Tîma Cîhad.
– Jixwe li nêv Kurdan xuya ye, hemî kesên rewşenbîr, nivîkar û şanoger , hema hemî hejar û feqîr in.
– Gelek hene mijara 2 jinan şaş fêm kirine û tenê pê dikenin, lê ka li peyam û mebesta tê de binihêrin…
Hevpeyvîn: Ferîd Mîtan
– Bavê Teyar, an Bavê Mezlûm, tu dikarî ji bo şopînerên Bûyerpress xwe bidî naskirin?
Destpêkê em dibêjin hûn li ser seran û ser çavan hatin, sipasiya we dikin ku we ev derfet da me. Jixwe ji berî aniha me xwe daye naskirin, û careke din di rêya rûpelên we re em ê xwe bidin naskirin. Navê min Cim’a Xelîl Ibrahîm e. Lê li taxê em bi mala Xelo tên naskirin, ji vê yekê ji min re Cim’ayê Xelo dibêjin. Ez di sala 1961’ê de li taxa Enteriyê ji dayîk bûme. Bi êla xwe ez Berazî me, tu dikarî bêjî malbata me û gundiyên kevin Enterî ava kiriye.
Bavê min gelekî guh dida xwendinê, lê me nedizanî ku dê xwendin ji me re baş be. Min ta refa 8’an xwendiye. Xwendina seretayî min li dibistana Elî Bin Ebî Talib qedand, û 2 salan li dibistana Tela’e jî min xwendina amadehî kir û paşê ji ber sedemên aborî min dest ji dibistanê berda. Di sala 1981’ê de hevjînî bûme, 6 zarên min hene: 4 keç û 2 kur in.
– Tu çawa bi ser şopa lîstikvanî û şanogeriyê vebûyî, û yekem car ku tu tevlî vî warî bûyî kengê bû?
Jixwe tu caran min rojeke wilê bawer nedikir, ger min bizaniya ku ev qasî ez ê bi pêş bikevim, gerek ez li xwendina xwe bibûma xwedî. Lê destpêka min a lîstikvanî û kenawerî, ez dikarim bêjim li dibistana seretayî û li taxê jî, tiştine min hebûn derveyî yên zarokan bûn” Ez ne tebteyî bûm”. Dikarim bêjim behreya min tiştekî zikmakî ye û ji zaroktiyê ve min ev tişt di xwe de dît. Dayîka min jî gelekî henekçî bû û li seranserî taxê bi henekan dihat naskirin, navê wê Zeyneb bû jê re Zeyno digotin.
– Di zaroktiya te de, dîmenekî te yê komîdî û kenawerî tê bîra te?
Belê, mala min ji dibistanê nêzîk bû, ez li dibistanê gelekî birçî dibûm, vêce dema dibû navber ez dihatim malê min qetek nan dibir û diçûm refa xwe. Min nanê xwe diêxist maseya xwe, dema mamoste berê xwe dida depê ji bo binivîse, min qetek ji nanê xwe dikir û dixwar.Carinan mamoste ez didîtim û li min dida, û carinan dikeniya û digot”Bixweee”
Carinan min çakêtê bavê xwe li xwe dikir û pê diçûm dibistanê, gelekî mezin bû.
– Ji Bilî Şanogeriyê, çi karîn û behreyên te yên din hebûn?
Ez di warê dîlanê de li pêş bûm.Di koma Botan û gelek komên din de min endamên beşê dîlanê rahênan dikirin û min serdîlanî jî dikir. Ez zêde jî bi dîlana Kurmancî li deverê navdar bûm, dîlaneke min a taybet hebû me digotiyê” Dîlana Milanî” ez û Bavê Reşo di dawetan de, tevahîya milet li me dinihart.
Di warê werzîşê de, li ser asta parêzgehê ez golarê yekemîn bûm. Dema ku lîstikvanekî golek li ser min diavêt, di cî de belav dibû ku filan lîstikvanî golek li ser Cim’ayê Xelo avêtiye, xelk mat diman. Di werzîşê de ez gelekî xurt bûm.
Ez bûm lîstikvanê Tîma Cîhad, ew jî di dema Corc Xezûm de. Lê min di tîmê de dom nekir, ji hejarî û belengazî min dest ji tîmê jî berda. Piştî demekê hevaline min ez ji bo tîma Rimêlanê vexwestim û demeke baş li wir jî lîstim.
– Lîstikvan û şanogerên nimûne ji bo te kî ne, anku di cîhana hunerî de bandora kesî li te bûye?
Wê demê tişekî welê zêde tune bû, lê herî zêde kêfa min ji Xewar re dihat (Durêd Leham), û carinan ez ji Adil Îmam jî nêzîk dibûm.
Lê tu dikarî bêjî herî zêde, wekî lîstikvanî û tevger min xwe nêzîk ji Xewar didît. Şaban ê Turk jî kêfa min jê re dihat. Ji ber çi min ji wan hez dikir, ji ber ku ji rastbîniyê nêzîk bûn, şêwazê wan xweş bû û dana wan diket di mejiyê mirovan de.
– Di zaroktiya xwe de, te bawer dikir ku tu bibî lîstikvan û şanoger û navê te çêbibe?
Na. Nedihat bala min ji ber min giranî nedidayê. Lê dema min destpê kir, êdî ez bi tepan bi serê xwe ketim û min ji xwe re got gerek min bixwenda û bêhtir xwe xurtir bikira.
– Helwesta malbat û hevalên te ji hunera te çi bû, û te çi astengî di destpêka karê xwe de kêşan?
Di dîroka min de, dema min xwe nas kir ez Kurd im û min rêya welatparêziyê girt, tu caran malbata min nedibû kelem di pêşiya min de. 22 salan bi berdewamî tevegera min ranewestiya. Lê astengiyên ku ez dikuştim, yek jê astengiyên maddî bûn û ya duyan dewlet bû!
Dewletê ez zêde diêşandim, çûn, hatin û lêpirsîn…
Jixwe li nêv Kurdan xuya ye, hemî kesên rewşenbîr, nivîkar û şanoger , hema hemî hejar û feqîr in.
Karê hunerî divê ku tu jê re vala bî, lê em ji neçarî difikirin ka sibe em ê çi bikin û zarok dê çi bixwin.
– Şopandina te ji rêya lîstikvanî û şanogeriyê re, ji ber hezkirina te ji vê hunerê re bû, yan ji ber sedemên neteweyî bû?
Wekî destpêk û ta roja îroj, tu caran min bi pereyan kar nekiriye.Karê min ji ber miletê min, axa min û welatê min e.
Destpêka min di komên folklorî de bû, ji vê yekê diyar dibe ku min ji bo çi dest bi vê rêyê kir, jixwe berhemên min jî êş û xwestekên civakê ne.
– Herî zêde kêfa te ji şanogeriyê re tê, yan lîstikvanî û çêkirina fîlman ji te re xweştir e?
Şano, lîstika wê bêhtir e. Ji ber ku zindî ye, tu rasterast bi cemawerê xwe hest dibî û bandor jî rasterast e. Ji vê yekê bêhtir kêfa min jê re tê. Keda hemî hevalên min pîroz û diyar e, lê carinan min li ser şanoyê mubadere dikir û hin tişt ji rex xwe zêde dikir, ji ber dibe ku di beşekî de hevalê min xwe negirta û bikeniya.
– Çi alî û rêxistineke fermî palpiştiya we dikir?
Na. Ji aliyê maddî û diravdanê ve tu aliyekî piştgîriya me nekiriye. Lê siyaset û sazûmana berhemên me, ji aliyê PKK’ê ve dihat destnîşankirin û birêvebirin. Amûr û alîkariya teknîkî û navgînên veguhastinê jî, car dî Partî (PKK) pê radibû û pêşkêş dikir.
– Tevlî zor û astengiyên gelê Kurd, Bavê Teyar hêla ku ev gel ji dil û can bikene û kêfxweş bibe, Ji bo vê yekê tu çi dibêjî?
Dema min dest pê kir, tu caran min negot dê rojekê çavên min bişike ku ez ji vî gelî re nekim. Her timî min xwestekên gelê xwe li ber xwe radixist û min digot ka ez ji bo wî çi pêşkêş bikim. Ji salê ta salê carekê Newroz hebû, çavên gel li wê Newrozê bûn, her min hewl dida ku tiştekî xweş bidim ku miletê min dilxweş bibe. Min tu caran xwe di ser milet re nedidît, her min xwe wekî pirekî ji milet re dît. Het timî me rexneyên milet dipejirandin û nêrînên wan digirtin. Tu caran min xwe mezin nekiriye, ez tim dilnizm im…
Dema miletê min ji berhemên min kêfxweş dibû, moralên min dibûn ji 100% .
– Te bi zêdetir ji yek nivîskar û derhênerekî re kar kiriye, wekî: Ebdulbasit Navyan ,Ebduselam Birko û dema dawî M.Behcet, herî zêde tu bi hevkariya li gel kîjan derhênerî kêfxweş bûyî?
Ez û Ebdulbasit Navyan û Ebduselam Birko bûbûn wekî yek parçeyî (Yek Laş) roja me hev du nedîtiba wê rojê em nexweş bûn. Ebdulbasit Navyan mirovekî vekirî bû, dihat hezkirin, lê eger tu danberheviyekê ji aliyê nivîsên çîrokan ve çêkî, naveroka çîrokên Ebduselam Birko girantir û xweştir bûn. Ebdulselam ji hemî aliyan ve bi pisporane kar dikir. Jixwe raman û fikra fîlm û şanoyan, destpêkê ji aliyê Lezgîn Gedo ve bû. Bavê Teyar Mêrê Du Jinan, sînaryo û nivîsa wî bû.
– Ji bo çi di hemî filman de tu mêrê 2 jinan bûyî?
Me ji civakê ev yek girt. Êşa civakê bû. Tu çima dixî 2 jin an 3 jin…?
Ev nexweşiya civakê bû. Gelek hene mijara 2 jinan şaş fêm kirine û tenê pê dikenin, lê ka li peyam û mebesta tê de binihêrin. Berhemên me siyasî-komîdî bûn, da ku civakê bigire. Dema ku xwerû siyaset baya, wekî ku tu belavokekê bixwînî, ne zêdetir.
– Dibêjin ku kur li bavê tê, gelo tu zarokên te rêya te şopandiye?
Şano na, lê govend erê. Keçeke min li navenda Mihemed Şêxo li beşê dîlanê bû, lê ev heye 3 sal tevlî YPJ’ê bûye. Ciwan kurê min ê biçûk e. Aniha ew jî li dibistanê koma wan heye û dîlanê xweş dilîze.
– Te bi dehan fîlm berhem dane û li seranserî Kurdistanê belav bûne, fîlmê ku herî zêde kêfa te jê re tê kîjan e, û çima?
Filmekî min hebû gelek bibandor bû, tev de girî bû û navê Film” Bavê Teyar û Zarokên 2004″ bû. Tê de dihat xuyakirin çawa bav keça xwe nas nake. Dema keç dihat malê û bav ew nas nedikir.
Gotinên wê gelekî xweş bûn, gotinek jê hebû digot “Hawar û 300 carên dî hawar, kesî di tu dem û dewranan de dîtiye ku bav keça xwe nas neke?”
Anku tîpa keç û xortan ne ji çanda civaka Kurd bû. Ev çîrok jî rastî çêbûye û min kir film. Filmê ” Bavê Teyar û 1’ê Meha 8’an” jî gelek kêfa min jê re tê. Tê de xuya dibû çawa keç ji ber pereyan ve dihatin birin.
– Ji şoreşa Rojava û vir ve, Bavê Teyar ji qadê winda bû, ji bo çi we geşta xwe da rawestan û êdî we hew tu berhem dan?
Ji bo ku carinan şaş neyê fêmkirin, girûpa me, em bûbûn wekî malbatekê. Bi dehên salan em man li ser lingên xwe û tu kesî xwe neda alî. Lê dema Şoreşa Rojava dest pê kir, bû dema şer. Ez bi xwe jî, ji min hat xwestin ku bibim berpirsyarê parastina Enteriyê. Ji vê yekê me jî hunera xwe paşguh kir û dema ku şoreşê dirêj kir, em bi yek carê re kuh bûn. Taximê me yê kevin jî tev de belav bû.
– Tu aniha berpirs î li nêv hêzên Asayîşê, gelo xizmetkirina şoreşê bi rêya huner û diramayê, dê ne çêtir be di nêrîna te de?
Dibe ku hin kes bi çavekî biçûk li hunerê dinihêrin, lê huner mirêka milet e. Mixabin, pirsgirêka me jî ew e ku çi nivîskarekî zana û jêhatî hebû, ji Rojava derket. Aniha jî ne weke berê ye. Divê ku bi rengekî ekademî tu berheman bidî û tiştekî giran pêşkêş bikî. Ez dikarim bêjim pirsgirêka sereke peydanebûna nivîskaran e.
– Bavê Mezlûm, tekez gelek alîyan vexwestin ji derveyî welat ji te re rêkiriye ku tu biçî, tu her li vir mayî.Qamişlo ji bo te çi ye?
Ez dikarim bêjim ez li dinyayê hemiyê geriyame. Ez çûme Ewropa, Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê jî, lê min dikir û nedikir sebra min nedihat, û ez car dî li Qamişlo vedigeriyam. Tu caran destê min ji Qamişlo nabe. Gelek pêşinyar û vexwestin jî ji min re hatin. Berî her kesî “Kurdistan TV” xwest ku ez bi wan re kar bikim. “TRT 6” ku aniha bûye “TRT KURD”, bi sedên telefonan ji min re vekirin, hatin Qamişlo jî û em li hev rûniştin. Aniha rêzefilmekî wan bi navê “Cîran Cîran” heye, anku ez qehremanê wê bûm lê hin xwestekên min ên siyasî hebûn “TRT KURD” xwe neda ber, min jî bi wan re kar nekir. “Denge TV” û “Dunya TV” jî ji min re vexwestin bi rê kirin, lê ez neçûm.
– Dirama û şanogerî li Rojava gihaye çi astê?
Bi giştî lawaz e. Careke din tekeziyê li ser wê yekê dikim, sedemên lawazbûnê jî nivîskar in. Endam hene û gelek in jî, lê nivîskarên dagirtî peyda nabin.
– Te di rêya hunera xwe re dixwest çi peyamê bigihînî ?
Min dixwest ku derd û êşên milet ez raber bikim. Car dî ez amade me ku peyama xwe dewam bikim, eger hin kesên mezin xwe bidana berê û sînaryokî dagirtî çêkirana, em dikarin ji bo Rojava tiştekî siyasî-komîdî pêşkêş bikin.
– Gotina Dawî…
Ez rexneyê milet qebûl dikim. Gerek e ji bo Şoreşa Rojava min gelek tişt çêkiribana.Dîsa silav û hurmeta min ji her kesê ku destek û alîkariya dida me heye.
Ji bo vê hevpeyvîna we jî sipas dikim. Dibêjim gelê xwe jî, tiştê ji min bê xwestin ez ê bikim û hîn jî jêhat û imkanên min hene ku ez pêşkêş bikim.
Ev hevpeyvîn di rojnameya Bûyerpress, hejmara 63′yan de hatiye weşandin