Bûyerpress
Malbata Ferhadê İçmo li welat û koçê, sipasiya hemî behîxwazên koçbûyî wan ê delal Ferhadê Ebdulbaqiyê İçmo, dike. Ger bi amadebûneke kesayetî be, yan di rêya telefonê re be, birûskek be yan jî di rêya torên civakî re be, em her sipasdarên we ne û ji Yezdan bi hêvî ne ku bi koçbûna hêjayekî xwe hûn neêşin.
Malbata Ferhad li gel komek ji hevalên wî, biryarê didin ku komîteya Xelata Ferhadê İçmo Ya Afrandina Helbestî ya Kurdî ava bikin.Ev xelat dê salane di salvegera koçbûna Ferhad de were dayîn, ew jî di rêya festîvalekê ku her sê helbestên pêşî dê werin destnîşankirin, da ku kompereyeke diravî li gel “Mertala Ferhadê İçmo Ya Afrandina Helbestî ya Kurdî”wer bigirin.
Komîteya Xelata Ferhadê İçmo Ya Afrandina Helbestî ya Kurdî dê çilrojiya nemir İçmo li ser xaka evîndar û şeydaya İçmo ku bi sedan helbest ji bo wê hûnaye, li “Qamişlo” vejîne, ew jî li roja Duşemê 2017.7.17 û dê cih û dem di demeke guncaw de bên destnîşankirin. Kesên ku bixwazin birûskan binihêrin, an gotin û helbestan vebêjin dikarin têkildarî îmêla fermî bin: xelataferhadicmo@gmail.com
Di dawiyê de bi tenê em dikarin rêz û sipasîyên xwe ji tevahî gelê xwe yê Kurdistanî re car dî bi rê bikin, ku di vê êşê de pişta me girt û ji Yezdanê gewre dixwazin ku derdê hêjayekî xwe nebînin.
Malbata Ferhadê Içmo û Komîteya Xelata Ferhadê İçmo Ya Afrandina Helbestî ya Kurdî
Qamişlo 18.6.2017