Dibêjin carekê dilê keç û xortekî li gundekî di hev de hebû, çi wexta ku xort ramûsan ji keçkê bixwesta, keçkê didayê .
Salek xerab bi ser wan de hat, êmê pez nema, lodek tijî kaya mala xort hebû. Rojekê loda xwe vekir, bavê keçkê got: Keça min;rabe rahêj zebîla xwe û here mala filankes, zebîleke ka ji pezê me re werîne.
Keçik bi kêf rabû ser xwe û rahijte zembîlê û berê xwe da loda kayê. Xort di lodê de bû. Keçkê gote xort: Vê zembîlê tije ka bik ji bo pezê me.
-Xort go :De ka ramûsankê bide min, ez ê zebîlek ka bidim te.
– Keçkê lê vegerand û got: Gelo çi gava te ramûsan ji min dixwest ma qey min nedida te ?!Xuya ye îro zembîla kayê bûye bi ramûsanan, hema Willeh min kaya te nebir û ji niha û pê ve dostanîya min û te li hev heram be, û kaçik vala vegerîya mal .
– Bav jê pirsî: Çima tu vala hat ?! .
– Keçkê go: Yabo nedan min.
Dinya xêze-vêz bû, bû buhar, giya şîn bû, pez têr xwar, gundî derketin bêriyê konên xwe vegirtin, rojekê xort bi tena kiras û xeftanê hîzar, hêdî hêdî di ber konê bavê keçkê re derbas bû .
Keçik li bin kon teşî dirist, mirîşkek hate ber devê kon, keçkê bi doxa teşîyê bera mirîşkê da û bi dengekî bilind – ji bo deng here yê xort – got:
Kiş terî li bayê
Ji xeraba we re buhar nayê
Ramûsanê qîza anîn zembîla kayê
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 63′yan de hatiye weşandin