Êdî ew qonax hatiye ku ez yekser û bê dudilî bibêjim; xewn û aşûpên Kurdan ên sedsalan dê pêk werin.
Lê, divê Kurd hişyar bin, şaştiyên berê dubare nekin.
Eger hat û Kurdan ji siyaseta NATO û Rûsyayê tê gihiştin, dê li başûrê Kurdistanê serxwebûn bê ragihandin û li Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya zagonî ya navnetewî de xweserî bê pejirandin.
Gelo nîşanên van pêngavên dîrokî çi ne? Sedem çi ne ku dê NATO ( Bi taybet Emerîka) û Rûsya piştgirê van pêngavên dîrokî bin? Û di vê qonaxa zêrîn de çi ji Kurdan tê xwestin?
Li gor dîtina min, di pêvajoya xurtbûna rêxistina terorîst a DA’IŞ’ê de, Emerîka ( Meclisa Rîsipiyên Emerîka) û Lobiya Yehûdî siyaseta xwe di ber çavan re derbas kirin ku ne tenê pêdiviya wan bi hêza aborî heye, di heman demê de pêdiviya wan bi hêzeke leşkerî, ramanî, bi vîn û pêbawer li deverê heye, da bibe Îsrayîla duyê.
Di şerê li dijî terorîstên DA’IŞ’ê de, hêzên Ereb ên dijberiya rêjîma Suryê û hevalbendên wan dewleta Tirk di ezmûnê re derbas kirin, lê di encamê de ji bilî xurtbûna Îslama radîkal û xeyalên Împeretoriya Osmanî bi dest nexistin.
Lê, ji aliyê Kurdan ve çi li Başûr û çi li Rojava, pêşmerge û YPG’ê destanên berxwedanê nivîsandin, hêza xwe dane diyarkirin ku yên herî nêzîkî Emerîka û welatên Rojava ew in.
Emerîka ev rewş û guhartin dît , xwend, lewma li serdema Obama pişta Kurdan berneda û dema Trump bû Serokê Emerîka, û piştî êrîşa balafirên dewleta Turkyê li ser Rojavayê Kurdistanê, êdî bi gavên pratîkî harîkariya Kurdan kir.
Ji aliyekî din ve her çend nakokî di navbera Emerîka û Rusya de bêne dîtin jî, lê li gor pêşketinên li ber çav Rusya û Emerîka di siyaseta Rojhilata Navîn de li ser çend xalan li hev kirine.
Ev xal çi ne?
Yek: Mayîna Esed li ser desthilatdariyê.
Du: Piştgiriya Kurdan.
Ev tê çi wateyê? Wateya xwe ev e: Li dema valebûnê de piştgîriya ragihandina serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê bikin û Xweseriya Rojavayê Kurdistanê bipejrînin.
Ji ber vê yekê Emerîka bingeha van biryarên dîrokî ji bo Kurdan di nava hinek dewletên kendavê de amade dike, gav bi gav hemû bingehên xwe yên leşkerî ji Turkyê vedguhêzê rojavayê û başûrê Kurdistanê.
Tam di vê qonaxê de, Kurd û Kurdistan dê bibin pirseke navneteweyî, dê sînorên Turkî, Îraq û Sûryê derbas bike, dê hêdî hêdî hêzên mezin ên cîhanê dest biavêjin pirsa Kurdî û li serê biryaran bidin.
Ji bo pêkanîna vê siyasetê, bi gumana min Emerîka ji Turkyê re gotiye ” Li ser dûvê xwe rûne, bê deng be.”
Di vê çarçoveyê de, ez gihame wê baweriyê ku Emerîka li gel hevalbendên xwe li hev kirine, li ser pêşeroja pirsa Kurdî li bakurê Kurdistanê dê bi aştyane çareser bikin, piştî ku pirsa Kurdî bibe pirseke navneteweyî.
Bi vê siyaseta nû ya Emerîka li Rojhilata Navîn, pêşî li Osmanizma Turk tê girtin, Îran tê dorpêçkirin, hevalbendên pêbawer ên Amerîka (Kurd) dibin hêzeke xurt li deverê.
Di nava van guhartin û pêşketinan de, gok dikeve aliyê Kurdan. Di encamê de dixwazim bi van çend xalên girêdayî Kurdan, gotara xwe bi dawî bikim, xalên gerek:
1.Ji aliyê Kurdan ve têgihiştina lîstik û siyaseta dewletên mezin li deverê. 2.Yekbûna nava mala Kurdan.
3.Kêmkirin, an ji holê rakirina arîşeyên li Rojavayê Kurdistanê, weke; girtin, û pêşîgirtina li raman û partiyan.
4.Yekbûna partiyên Başûr li dora serxwebûnê.
5.Bêdengkirina ragihandina Kurdî di xala dijheviyê de.
6.Pirtir xwenêzîkirina ji Emerîka re, û bi germî pêşwazîkirina Emerîka li gor berjewendiya her du aliyan.
7.Divê ku Îsrayîl biçûk neyê dîtin, ew di projeyan de hêza sereke ye.
Bi hêviya ragihandina serxwebûnê li başûrê Kurdistanê, û li ser asta navneteweyî pejirandina Xweseriyê li rojavayê Kurdistanê.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 63’yan de hatiye weşandin