Bûyerpress
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeyeke bilind a Partiya Kongreya Niştimanî ya Iraqî kir û ragihand ku, gelê Kurdistanê di hemû ezmûnan de jiyaye, êdî ew ê doza xwe bigihîne civaka navdewletî.
Berzanî her wiha got ku gelê Kurd hemî şêwazên pêkvejiyanê ezmûn kir û xwe da ber hemî tiştan, lê êdî bi rêya hevpeyvîn û bi awayekî aştiyane dê çarenûsa xwe diyar bike.
Ji aliyê xwe ve nûnerê Partiya Kongreya Niştimanî palpiştiya xwe ji bo doza gelê Kurd raber kir.