Bûyerpress
Berdevkê Serokomarê Turkiyê Îbrahîm Kalin da xuyakirin ku, her çi qas biryara referandûma Herêma Kurdistanê şaş be jî, lê ji ber vê sedemê deriyê sînorî di navbera her du welatan de nayê girtin.
Di kongreyeke rojnamevanî de Kalin der barê mijarê de got, em pêşketinên li Kerkûkê ji nêz ve dişopînin û biryara Herêma Kurdistanê şaş dibînin û hêvî dikin referandûm bê betalkirin