Wêne Ji Erşîfê
Bûyerpress
Bi hilkefta 60’emîn salvgera damezrandina yekemîn partiya Kurdî li Sûryê, duh Çarşemê hejmarek ji partiyên siyasî ev roj pîroz kir.
Partiya Demoqrata Pêşvero li Hola Kongreyan a bajarê Qamişlo, Partiya PDKS’ê li taxa Meyselûn û Partiya Demoqrata Kurd li Sûryê (Elpartî) li bajarê Amûdê, çalakiyên vejandina vê rojê li dar xistin.
Hêjayî gotinê ye ku yekem partiya siyasî li nêv Kurdên Sûryê, di 14’ê Hezîrana sala 1957’an de hat damezirandin.