Bûyerpress
Ji bo gengeşekirina babeta federaliyê, şandeyek ji Desteya Hemahengiya Niştimanî û Tevgera Guhartina Demokatîk li gel nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Amûdê dicive.
Di civîna ku hatî lidarxistin de, nûnerên deste û tevgerên navborî li gel Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve Ebdkerîm Omer û Şêwermendê Hevserokatiya PYD`ê Sîhanok Dîbo civiyan.
Ev civîn dûr ji ragihandinê bi rê ve çû, û biryar e ku civînên wiha dewam bikin.