Bûyerpress
Hêzên Sûryaya Demoqratîk HSD’ê, li taxa Pîşesazî ya rojihlatê reqayê û li taxa Berîdê ku dikeve rojavayê bajêr, bi pêş ve diçin û li pirî taxên borhêla bajêr, şer berdewam e.
Li gorî malpera fermî ya Helmeta Hêrsa Feratê, ji sibeha îro ve şer û pevçûn di navbera hêzên HSD’ê û rêxistina DA’İŞê de li taxên rojava û rojhilatê bajêr li dar in.
Li gorî heman jêderê, hêzên HSD’ê li rojavayê Reqayê karîn dibistana Elrazî kontrol bike û ji encama şer bi dehan ji çekdarên DA’İŞê hatine kuştin.