Bûyerpress_Dengê Emerîka
Berdevkekî Hêzên Sûryaya Demokratîk HSD’ê duh Duşemê ji Retuers’ê re ragihand ku li rojhilatê Reqa giheştine dîwarên bajarê kevn.
HSD’ê, ku Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê rêberê wê ye, bi piştgirîya Hevpeymana bi pêşengîya Emerîka hefteya borî dest bi operasyona rizgarkirina Reqayê kiribû.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku HSD’ê Taxa Elsîna’a bi dest xwe xistiye û giheştiye dîwarên bajarê kevn.
Berpirsê Medya HSD’ê Ehmed Muhemed got ku HSD’ê giheştiye dîwarên bajarê kevn, lê hîn jî li taxa Elsîna’a pevçûn didomin û kontrola wê bi temamî neketiye destên hêzên wan.
Jêderên xwecihî jî didin zanîn ku herêma bajarê kevn, duh Duşemê bi awayekî gur hatiye bombekirin.
HSD’ê duh Duşemê li bakurê Reqa jî pêşde çû û li bakurê rojhilatê wî bajarî kargeha şêkir bi dest xist.
Li gor raportên koalîsyona bi pêşengiya Emerîka, di hindurê Reqayê de ji 3,000 heta 4,000 çekdarên DAIŞ’ê hene.