Bûyerpress_Dengê Emerîka
Reuters’ê ragihand ku Berdevkê DAIŞ’ê Ebu Hesen Elmuhacir bi tomareke dengî bang li çekdaran kir ku di meha Rojiyê de li Emerîka, Ewrupa, Rûsya, Ewstralya, Îraq, Sûrî, Îran û Filipînê êrîşên nû bikin.
Jêderên din piştrast nekirin ku deng ê berdevkê DAIŞ’ê ye, lê Retuers’ê diyar kir ku dengê hatiye belavkirin bi dengê tomarên berê re wekhev e.
Di tomara nû de, rêxistina tundrew êrîşên berê yên li welatên rojava li dar ketine bi bîr dixîne û wiha dibêje:
‘’Birayên we yên li wan deran dijîn tiştên baş kirin. Hûn jî wek wan tev bigerin û wan çi kiriye bikin.’’