Bûyerpress
Şer û pevçûnên giran li taxa Hetîn a rojavayê bajarê Reqayê di navbera Hêzên Sûryaya Demoqratîk û rêxistina DA’İŞê de berdewam in.
Li gorî rûpela têlîgram a Helmeta Hêrsa Feratê, di yek demê de şer û pevçûn di navbera HSD’ê û DA’İŞê de li taxa Hetîn a rojavayê bajêr û taxa 23’yê Şibatê ku dikeve rojhilatê bajêr berdewam in.
Li gorî heman jêderê, ji encama şer û pevçûnan, hejmarek ji çekdarên DA’İŞê hatine kuştin.